Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Şîna Qurbanîyên Êrîşa Londonê Digire, Polîs jî Navê Êrîşvanê Dawî Eşkere Dike


Gelê Brîtanya îro Sêşemê li seranser welêt bi yek deqe bêdengî, şîna qurbanîyên êrîşa terorîstî ya li Londonê digire, di vê demê de ku polîs jî navê êrîşvanê sisêyan eşkere dike.

Rîvebirên Polîsa Metropolitan ragihand ku li gor nêrîna wan navê êrîşvanê dawî Youssef Zaghba yê 22 salî ye.

Karbidest dibêjin, Zaghba hemwelatîya Îtalya ye ku bi eslê xwe Mexrîbî ye û li rojhilata Londonê dijîya û heta niha ji alîyê polîsan ve nedihat nasîn.

Karbidestên Brîtanî roja Yekşemê dabû zanîn ku navên êrîşvanên din Khuram Shazad Butt yê 27 salî û Rachid Redouane yê 30 salî bûn ku li rojhilata Londonê dijîyan.

Polîsan got ku Butt ji berê de ji alîyê wan ve dihat zanîn, lê wek gef nedihat dîtin.

XS
SM
MD
LG