Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya ji YE Vediqete, Danûsitandinên Brexit'ê Destpê Kir


Danûsitandinên bo veqetandina Brîtanya ji Yekîtîya Ewrupa (YE) li Bruksel ya paytaxta Belçîka destpê kir.

Wezîrê Brexitê yê Brîtanya David Davis û Danûsitandinerê Komîsyona YE Michel Barnier, berî danûsitandinan preskonferansek li dar xist.

Barnier dîyar kir ku ew îro Duşemê dest bi danûsitandinan dikin û ew hêvî dikin ku hevdîtin bi awayekî erênî bidomin.

Danûsitandinerê YE da zanîn ku di hevdîtinan de, mijarên sereke ewê mafên hemwelatîyan û bi taybetî jî sînorên Îrlanda bin.

Wezîrê Brexitê yê Brîtanya jî dîyar kir ku Ewrupa di qonaxeke dijwar re derbas dibe.

"Emê bi YE re hevkarîyeke nû ya taybet çêkin. Ji faktorên me cihê dikin pirtir, yên ku me dikin yek hene,’’ Davis got.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku ewê danûsitandina dem bi dem dijwar bin, lê ewê jibo ku di dawîyê de seba hemî hemwelatîyan encamên baş bigirin, kedeke mezin bidin.

Brîtanya bi referanduma ku par di Hezîranê de kiribû, biryara veqetîna ji YE dabû û di 29’ê Adarê de jî di ser xala 50’yan Peymana Lîzbonê re dest bi prosesa veqetînê kiribû.

XS
SM
MD
LG