Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya: Ger Amerîka Bixwaze Emê Êrîşî Sûrîyê Bikin


Wezîrê Karên Derve yên Brîtanya Boris Johnson
Wezîrê Karên Derve yên Brîtanya Boris Johnson

Wezîrê Karên Derve yên Brîtanya Boris Johnson dîyar kir ku ger Amerîka bixwaze, ewê jî li Sûrîyê beşdarî operasyona dijî rêveberîya Beşar Esad bibin.

Johnson da zanîn ku ger Sûrîye careke din êrîşa kîmyayî li dar xîne, Brîtanya ewê daxwaza alîkarîyê ya Amerîka zor red bike.

Wezîr Johnson, di ser Radyo BBC re ragihand ku hikûmeta Brîtanya, bêyî destûra parlamento dikare jibo Sûrîyê biryara operasyonê bide.

Amerîka dîyar kiribû ku hikûmeta Sûrîyê, li Îdlibê çekên kîmyayî kar anîye û di 7’ê Nîsanê de êrîşên muşekî biribû ser Bingeha Esmanî ya el-Şayrat.

Li gor qanûnên Brîtanya, jibo operesyonên leşkerî yên derve destûra parlamento ne şert e, lê heta niha seba biryarên wisa dengdan pêk hatîye.

Li Brîtanya, di 8’ê Hezîranê de hilbijartina giştî heye û pispor dîyar dikin ku jiber amadekarîyên hilbijartinê dibe dengdana jibo operasyonê pêk neyê.

XS
SM
MD
LG