Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Brukselê Teqîn: Bergumanek Hat Kuştin


Leşkerên Belçîka li Brukselê
Leşkerên Belçîka li Brukselê

Reuters’ê ragihand ku li rawestgeheke trênê ya Brukselê, bergumanekî ku tê îdia kirin ku dê êrîşa xwekuj li dar bixista hat kuştin.

Polîsan da zanîn ku berguman, ji alîyê leşkerên ku di wê kêlîyê de li rawestgehê bûne ‘’hatîye bêbandor kirin.''

Piştî kuştina berguman, îstasyona trenê û Grand Place ya ku li ber wir e û qadeke turîstîk hat vala kirin.

Medya Belçîka ragihand ku li ser berguman êlekeke bi teqemenî hebûye û şahidên bûyerê jî medya piştrast kirin.

Şahidekî bûyerê ji AFP’ê re dîyar kir ku berguman bi qêrîn gotîye ‘’Allahûekber’’ û piştî wê teqîneke biçûk pêk hatîye.

Piştî ku êrîşên di Adara 2016’an de li firîngeh û metroya Brukselê pêk hatibû hikûmeta Belçîka tedbîrên ewlekarîyê li wî bajarî berfirehtir kiribû. Di wan êrîşên ku DAIŞ’ê berpirsîya wan girtîbû ser xwe 32 kes hatibûn kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG