Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Viyan Dexîl: Di Vebirîna Budceya Nû de Tu Hesabek Bo Pêşmerge Nehatiye Kirin


Viyan Dexîl
Viyan Dexîl

Ev hefteyek e di parlamena Îraqê de gotûbêjên dijwar li ser budceya Îraqê ya sala 2017'an de berdewam dikin.

Nûnerên Kurdan di parlemenê de derbarê behra Herêma Kurdistanê yekgirtî û yek nerîn nebûn. Alozî di navbera endamên Kurd de ji aliyekî, û yên hêzên din yên Îraqî û Kurdan de li aliyê din, berdewam kirin.

Derbarê behra hêzên Pêşmerge endama parlamena Îraqê ji lîsta Zer, Viyan Dexîl ji Dengê Amerîka re axifiî

"Parlemena Îraqê hîç hesabek bo hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê nekiriye û budceyeke taybet jibo wan terxan nekiriye. Pêşmerge di nava sengeran de ne, şer dikin. Me daxwaz kir ew jî weke saziyek hêzên ewlekarî û leşkerî bên hesab kirin û girêdayî wezareta berevaniyê bin".

Dexîl herwiha got bila Pêşmerge jî li rêza hêzên Heşda Şaabî bihatana hesab kirin.

"Berî çendekê yasa Heşda Şaabî di rojeva parlamanê de bû, deng li ser hate dan, niha budceke baş dê den wê hêzê".

Çavdêrên siyasî xuya dikin ku jiber nakokiyên di navbera hêzên Kurdan de, ew nikarîne daxwazên xwe yên derheqa budceya sala 2017an de, li parlemena Îraqê de bidin qebûl kirin.

Hevpeyvîn li gel Viyan Dexîl endama Parlamena Îraqê
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:08 0:00

XS
SM
MD
LG