Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Kampa Calais ya Penberan Rojekê Berîya Demê Wê Digire


Migrants wait to register outside a processing center in the makeshift migrant camp known as "the jungle" near Calais, northern France, Oct. 26, 2016.
Migrants wait to register outside a processing center in the makeshift migrant camp known as "the jungle" near Calais, northern France, Oct. 26, 2016.

Desthilatdarên Fransî roja Çarşemê ragihand ku wan kampa penaberan li Calais ya ku, weke Rêlistan dihat naskirin li hember penaberan hat girtin. Wek hatbû plankirin diviya bû kamp roja Pênçşmê bihat ba daxistin.

Fabienne Bucci berpirsê herêmî roja çarşemê got"peyama me bidawî hat", bi hezaran kesên ji şer û hejariyê reviyan e, hatin kampê, wan şansek hebû ku, biçin Britaniya, lê niha kamp hat girtin. Fabienne herweha got niha peyama me bidawî bû û kesekî penaber li kampê nemaye û kamp bi temamê hat girtin.

Karbidestên Fransî fermana daxistinê berî demê diyarkirî pêkanî, jiber ku metirsîya aloziyên zêdetir hebû bi taybet piştî, penaberan li bakurê Fransa agir bi xîvet û avahiyên kampê xist bûn.

Li aliyê din Papayê Vatikanê bang li Îtaliya dike ku, di vekirî bin û serederiyek baş li gel penaberan bihê kirin, yên ku, niha bi hejmareke zêde li Îtaliya hene.

XS
SM
MD
LG