Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Carter di Serdana Dawî de li Afganistanê Ye, Piştgirîya Amerîka Dubare Dike


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ash Carter û serokê Afganî Ashraf Ghani
Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ash Carter û serokê Afganî Ashraf Ghani

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ash Carter îro Înê got ku Amerîka dê di salên were de jî li kelîka Afganistanê bisekine.

"Amerîka li ser serwerî û ewlehîya Afganistanê pêgir e û wê pêgir bimîne," Carter di civîna hevbeş ya çapemenîyê de, bi hazirbûna serokê Afganî Ashraf Ghani li Kabulê got.

Qumandarê herî bilind yê Amerîkî li Afganistanê, General John Nicholson jî da zanîn ku şerê Amerîka ya dijî terorê bi guhertina rêvebirîyan li Washingtonê dawî nabe û di bin rêvebirîya nû jî Amerîka wê piştgirî bide Afganistanê.

Hêjayî balkişandinê ye ku ev seredana dawî ya Carter e ku wek berpirsê Pentagonê dihere welatekî din.

Serokê hilbijartî Donald Trump ragihandibû ku ewê Generalê karkenar James Mattis wek wezîrê nû ya berevanî bijart.

XS
SM
MD
LG