Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervanê HSD'ê ku li Reqa Şer Dike, Bû Bavê Çarwîkan


Çarwîkên Kurd li Efrînê
Çarwîkên Kurd li Efrînê

Jina bi navê Retîbe Hisên ya ji gundê Şêx Îsa yê Herêma Şehba, li Nexweşxaneya Avrîn li Kantona Efrînê, 4 zarokên cêwî anîn dinê ku 2 kur, 2 jî qîz in.

Bavê zarokan şervanê Artêşa Şoreşgeran ya di nava Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de ye û niha li enîyên rizgarkirina Reqa şer dike.

Bavê çarwîkan Emîn Hisên şervanê HSD'ê ye
Bavê çarwîkan Emîn Hisên şervanê HSD'ê ye

Apê zarokan Rekan Hisên, ku ew jî di heman demê de şervanê Artêşa Şoreşgeran e, ji Dengê Amerîka ragihand ku piştî 4 salan ji zewaca birayê wî, ew niha mizgînîya bûyîna zarokên xwe li enîya şer li Reqa dibihîze.

"Di demeke nêz de bavê zarokan ji Reqayê vedigere, em bi hêvî ne Reqa û hemî Sûrîyê ji terorê rizgar be û herkes bi aramî bijîn".

Di dema ku şervanê HSD'ê Emîn Hisên li Reqayê şerê DAIŞ'ê jibo ayîndeyeke bi ewle dike, jina wî 4 zarok anîne rûyê dinê.

Li gorî bijîşkên Nexweşxaneya Avrîn zarokên çawrîk 8 mehî hatin dinê û tendirustîya wan û dayîkê baş e.

NR_6_19_2017_Carwik
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:45 0:00

XS
SM
MD
LG