Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Înê banga agirbesteke demûdest li Sûrîyê kir û rewşa Helebê wek krîtîk bi nav kir.
Çavuşoglu di preskonferansekê de li Beyrut a paytaxta Lubnanê got ku Serokê Sûrî Beşar Esad bo rêvebirênê Sûrîyê ne kesekî rast e.
“Kesek nikare înkar bike ku ji mirina 6000,000 kes Esad berpirs e û divê kesekî wiha welatekê birêve nebe,” Çavuşoglu derheqa Esad got.
Wî da zanîn ku Tirkîye bi hevalbendên Esad, bi Îran û Rûsya û ligel Sûrîyê û Lubnan diaxife ku çareserîyeke ji kêşeya Sûrî re bibîne.