Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu Dibêje Ewê bi Xurtî Şerê Dijî DAIŞ'ê Bikin


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu, piştî peqîna xwekujî ya hember dawateke Kurdan li bajarê Entabê, îro Duşemê got ku welatê bi biryar e ku li nav û dervayê Tirkîyê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer bike.

Çavuşoglu got, Tirkîye dê hemî alîkarîyên pêdivî peyda bike ku sînorê wê yê Sûrîyê ji çekdarên tundrê bêne paqij kirin.

Wî got, Tirkîye bûye armanca serekî ya êrîşên DAIŞ'ê, jiber ku wan gelek endamên DAIŞê desteser kirine û ewlehîya ser sînot xurt kirine ku endamên DAIŞê nikarin hatin, çûyîna Sûrîyê bikin.

Di êrîşa şeva Şemîyê de pirtir jî 50 kes di dawateke Kurdan de hatibûn kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûbûn.

Partîya HDP ya ser bi Kurdan, ku gelek endamên wê di êrîşê de hatin kuştin, kiryara terorîstî bi tundî şermezar kir.

Karbidestên Tirk dibêjin, xebata wan berdewam e ku nasnameya êrîşvan peyda bikin, lê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gatibu ku kurekî 12-14 salî ew êrîş pêk anîye.

XS
SM
MD
LG