Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîtîya Colemêrgê: 8 Çekdarên PKK'ê Hatin Kuştin


Helîkopterekî Artêşa Tirk li Herêma Oremarê (Fotoya arşîvê)
Helîkopterekî Artêşa Tirk li Herêma Oremarê (Fotoya arşîvê)

Reuters’ê îro Pêncşemê ji zarê Walîtîya Colemêrgê ragihand ku Artêşa Tirkîyê, bi firokên ceng yên F-16, 8 çekdarên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) kuştine.

Walîtî bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir kir ku piştî çekdarên PKK’ê êrîşî navendeke leşkerî ya li ber sînorê Îraqê kiriye, pevçûnan li Herêma Oremar ya çîyayî destpê kirine.

Di daxuyanî de hate gotin ku Artêşa Tirk, berî bi F-16’an êrîşên esmanî li dar xîne jibo cîhê çekdaran nîşan bike drone şandîye herêmê. Li gor daxuyanî di pevçûnan de leşkerekî Tirk birîndar bû.

XS
SM
MD
LG