Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Sûrî Dixwaze Dema Danûstandinên Cenevrê Bêne Dirêj Kirin


Hêzên opozisyona Sûrî hewil didin dema danûstendinên niha li Cenevrê tên encamdan bihê dirêjkirin.

Salim Meslet peyvdarê opozisyona Sûrî roja çarşemê got "ne raste", jibo gera niha ya danûstendinan bi tenê 4 roj hatbin veqetandin, ew texmîn dikin, danûstendinên vê gerê pêwîstî bi demek dirêjtir heye.

Meslet herweha got niha opozisyon xwe amade dike daku bersiva "Pêşniyarên" Staffan de Mistura nûnerê taybet yê Netewên Yekgirtî bide ku, doh roja Sêşemê dema gera şeşan ya danûstendina destpêkir bû, ji wan re şand bû.

Meslet radigihîne ku, pêşniyarên Staffan de Mistura derbarê "çarçova destûrî" ya rewşa desthilata veguhêz de ne, li Sûriyê, hatîye plankirin ku êvariya Çarşemê Staffan de Mistura dê cûda li gel berpirsên bilind yên şanda Sûrî bicive.

Dema îro civînên Cenevrê dihatin berdewamkirin, hejmareke jinan li dervey avahî civiya bûn, hat gotin ku ew jin, ji malbatên kesên girtîne di girtîgehên desthilata Sûrî de û daxwaza serbest berdana wan dikirin.

XS
SM
MD
LG