Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongres CENTCOMê bi Guhertina Raportên Şerê Dijî DAIŞê Tawanbar Dike


Desteyeke taybet ya xebatê ya Kongresa Amerîkî qumandarên Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENCOM) tawanbar kir ku guhertin di raportên îstixbaratî de dikin ku şerê dijî DAIŞê li Îraq û Sûrîyê serkeftîtir nîşan bidin.

Koma xebatê ya kongresê ku li ser îdîayên dijî CENTOM hate damezrandin, îro Pêncçemê raportek weşand ku tê de qumandarên payabilind bi raportên nerast tên tawanbar kirin.

Raport dide zanîn ku qumandarên CENTCOMê rewşa şerê dijî DAIŞê ji rastîyên ser erdê baştir nîşan dane.

Raporta koma xebatê bal kişand ku di raportên sala 2014 û 015ê de pirsgirêkên nirxandinê hene.

XS
SM
MD
LG