Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Opozisyona Sûrî yên Girêdayî Tirkiyê Gihan Bajarê Cerablus


Ajansa Reuters li gur hind çavkaniyan da zanîn ku, roja çarşemê gropeke hêzên opozisyona Sûrî ya ku ji aliyê Tirkiyê de tê piştevanî kirin gihane bajarê Cerablus yê ku li jêr kontrola çekdarên DAIŞê de bû, ev çekdarên opozisyona Sûrî bi alîkariya tangên dewleta Tirk û balefirên hevpeymanan çûne di nav bajarê Cerablus de.

Serferrmandarê gropa Feyleqa Al-Şam ku nexwestîye navê wî bihê eşkerekirin ji ajansa Reuters re gotiye"piraniya çekdarên DAIŞ ji bajarê Cerablus xwe paşda kişandine û beşek din xwe daye dest, fermandarekî din gotiye 50% ji bajarê Cerablus niha li jêr kontrola hêzên Opozisyona Sûrî de ye, opozisyona ku, ser bi Tirkiyê ve ye.

Nuçegihanê pişka kurdî yê Dengê Amerîla li Kobanê tekez dike ku hind gropên opozisyona Sûrî yên ji aliyê Tirkiyê de tên piştevanîkirin gihane bajarê Cerablus.

Wek tê zanîn serê sibeya roja çarşemê 24î Tebaxê hêzên artêşa Tirk bi piştevaniya Tang û Topan û bi beşdariya gropên çekdar yên opozisyona Sûrî sinor derbaskir û ketin di nav axa Sûriyê de jibo derkirina çekdarên DAIŞ û bi hevkariya balefirên hevpeymanan operasiyon hatiye destpêkirin.

XS
SM
MD
LG