Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê Hêzên Xwe Dikşîne Başûrê Çemê Sacur


Berdevkên Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê
Berdevkên Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê

Piştî çend rojan ji pevçûnên di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê û hêzên opozisyona Sûrê bi piştgirîya Tirkîyê li başûrê bajarê Cerablusê, Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê daxuyanîyek weşand.

Di daxuyanîyê de tê gotin ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê, bo parastina sîvîlan ji êrîşên ezmanî yên firokên Tirkîyê heta başurê Çemê Sacur paşve kişandine.

Daxuyanî dibêje, firokên Tirk gelek êrîş li gundên başurê Cerablusê pêk anîn û li gundê Emarna û Bîr Kosa 24 sîvîl jîyana xwe ji dest dan.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Cerablusê Alî Hico ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku niha tevahî hêzên wan li başûrê Çemê Sacur in û di navbera wan Cerablusê de 15 km mesafe heye .

“Piştî kişandina hêzên me êdî ti hicet ji Tirkîyê re tune ku êrîşên xwe li ser gundên başûrê Cerablusê bidomîne. Ger êrîşên Tirkîyê bidomin, wê hêzên me neçar bibin ku mafê xwe yê parastinê bikar bînin û axa xwe biparêzin.”

Hico herwha banga xwe ji civaka navnetewî û koalîsyona navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê kir ku hember destwerdana Tirkîyê ji axa wan re bêdeng nemînin û nehêlin ku bajarê wan were dagir kirin.

Hêjayî gotinê ku Amerîka daxuyanîyek derbarê alozîya li başûrê Cerablusê ya di navber Artêşa Turkîyê û Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê de rahihand û tê de nerazîbûna xwe nîşan da.

Brett McGurk, nûnerê Serokê Amerîka di koalîsyona navnetewî de, li ser rûpela xwe ya Twitter de destnîşan kir ku ew niha bi her du alîyan re di têklîyan de ne da ku ev alozî çareser bibe.

XS
SM
MD
LG