Lînkên eksesibilîtî

Partîya opozîsyona serekî li Tirkîyê, Partîya Gel ya Komarî (CHP) îro Înê dibêje ku ew dê li hember biryara Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya qebûlkirina zarfên bê mohr ya di referandumê de, serî li dadgeha pêdaçûnê bide.

"Em îro serîlêdana îtîrazê ji Danişray re dikin ku jiber pejirandina zarfên bê mohr ya YSK, encamên referandumê werin betal kirin," Cîgirê Serokê CHP'ê Bulent Tezcan bi daxuyanîyekê got.

Wî herwiha da zanîn ku CHP wê bi fermi daxwaza paşxistina ragihandina encamên fermî yên referandumê bike, heta ku dadgeh bersîva serlêdana wan bide.

YSK ragihandibû ku ewê 11-12 roj piştî referandumêm encamên fermi ji bîragiştî re eşkere bike.

Daniştay dadgeha bilind ya Tirkîyê ye ku li ser gilîyên dijî sazîyên civakî û yên dewletê biryaran dide. CHP û partîya ser bi Kurdan HDP xuya kiribû ku ewê hember nerekûpêkîyên di referanduma Yekşemê de hemî rêkên qanûnî bixebitînin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG