Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê CHP'ê: Em Encamên Referandumê Qebûl Nakin


Alozîyên ser encamên referanduma Tirkîyê berdewam dikin û partîyên opozîsyonê û sazîyên sîvîl nerazîbûna xwe bilind dikin, piştî ku dîyar bû ku Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) zarfên bê mohr pejirandin.Serokê

Partîya Gel ya Komarî (CHP) ku partîya opozîsyona serekî ya Tirkîyê serî li YSKê da ku referandumê betal bike.

Serokê CHP’ê Kemal Kilicdaroglu îro Sêşemê li ser hesaba xwe ya Twitter’ê ragihand ku ewê encamên referandumê qebûl nekin.

“Em vê hilbijartina “bê mohr” ya 16’ê Nîsanê qebûl nakin û dê qebûl jî nekin. Pejirandina dengên bê mohr îsbat e ku di sindoqan de “na” derketiye.

Kilicdaroglu berî daxuyanîyên Twitter’ê, di civîna koma parlemanê de jî got ku qanûn bi vekîrî dibêje “zarfên ku mohr li ser tune qebûl nabin” û ti rêkên din yên şîrovekirina wê yekê tuneye.

XS
SM
MD
LG