Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Parlemana Îraqê Daxwaza Vekolîna Êrîşên Esmanî li Qaîmê Dike


Serokê parlemantoya Îraqê Selim el Ciburî
Serokê parlemantoya Îraqê Selim el Ciburî

Serokê parlemantoya Îraqê Selim el Ciburî ragihand ku di êrîşeke esmanî ya li Qaîmê de, bi dehan sîvîl hatine kuştin, hinekên din jî birîndar bûne.

Ciburî wek berpirsê êrîşî hikûmeta Îraqê nîşan da û daxwaza darizandina kesên berpirs kir.

''Li Qaîmê bi êrîşa esmanî bi dehan sîvîlên bêçek ku li bazarekê bûn, hatin kuştin û birîndar kirin. Ev êrîş ''sûc'' e û kesên êrîş kirine jî, divê werin darizandin,” Ciburî roja Çarşemê di daxuyanîyekê de got.

Serokê parlemanê îdiayên xwe nespartin ti çavkanîyan û xwest ku lêpirsîna êrîşê demûdest destpê bike.

Hikûmetê jî li ser êrîşa esmanî daxuyanîyek da û dîyar kir ku jetên artêşê li Qaîmê êrîş birine ser du xanîyên DAIŞ'ê, lê daxuyanî hebûna sîvîlan red kir.

Kolonel John Dorrian, berdevkê hêzên hevpeyman ya bi pêşengîya Amerîka li ser Twitterê got ku wan di saeta êrîşê li wê herêmê ti êrîşên esmanî nekirine.

Ofîsa ragihandinê ya wezareta berevanî ya Îraqê dîyar kir ku firokên ceng êrîş birine ser du xanîyên DAIŞ'ê û di encama erîşan de 65 çekdarên DAIŞ'ê hatine kuştin. Wezaratê ev agahî sipart çavkanîyên xwe herêmî yên îstixbaratê.

Bajarokê Qaîm li rojavayê Bexdayê ye û 320 kîlometreyan ji payxtextê dûr e. Li herêma Enbarê gelek navçeyên biçûk di dest hêzên tundre de ne û Qaîm jî yek ji wan e.

Artêşa Îraqê par DAIŞ ji piranîya Enbarê derxistibû û niha giranîya hêza xwe daye bakurê Mûsilê ku li tevahîya Îraqê, cîyê dawî ya ku hîn di dest hêzên tundre de ye.

XS
SM
MD
LG