Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komên Cîhadî û Hêzên Hikûmeta Sûrîyê li Hama Jinûve Şer Dikin


Li Hama çekdarên cîhadî
Li Hama çekdarên cîhadî

Retuers’ê do Sêşemê ragihand ku serhildayên ku piranîya wan cîhadî ne, li rojavayê Sûrîyê, nêzî bajarê Hama dest bi êrîşên nû kirine.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku serhildayan li navçeya Soran û li gundê Maardas, êrîş birine ser hêzên hikûmetê û pêşde çûne.

Tahrîr el-Şam, ku alîgirê serhildayên cîhadî ye, li ser sosyal medya dîyar kir ku li bakurê Hama bi wesayîtên bombebarkirî du êrîşên xwekuj li dar xistine.

‘’Şerê Hama destpê kir, spas Xwedê’’ koma cîhadî, di posteke li ser kanaleke Telegramê de got.

Medyake leşkerî ya ku Hizbullah, ku alîgirê hikûmeta Sûrîyê ye, dîyar kir ku artêş li bakurê Hama êrîşê dibe ser serhildayan.

SOHR’ê eşkere kir ku li herêmê peqînên mezin pêk tên û di navbera Tahrîr el-Şam û artêşe de jî şerên giran diqewimin.

Ajansa çavdêrîyê da zanîn ku serhildayan kontrola Soran û Maardasê bi dest xistine lê medya Hizbullahî got ku serhilda li Soran û Maardasê bi pêşde neçûne.

XS
SM
MD
LG