Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Cîhanê Pîrozbahîyên Xwe Dişînin Serok Barack Obama


 Serok Barack Obama û Cîgirê wî Joe Biden ligel malbata xwe serkeftina xwe pîroz dikin
Serok Barack Obama û Cîgirê wî Joe Biden ligel malbata xwe serkeftina xwe pîroz dikin
Rêberên cîhanê pîrozbahîyên xwe dişînin Serokê Amerîka Barack Obama ku di pêşbazîyekê hember berbijarê Komarî Mitt Romney de, jinûve seroktîyê bidest xist.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon got, ew bi germahî pîrozîya birêz Obama dike û çaverê dike ku careke din ligel wî kar bike da ku Amerîka û Neteweyên Yekbûyî hevkarîya xwe bidomînin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî got, hevpeymanîya starejîk ya navbera Îsraîl û Amerîka dê ji demên berê bihêztir be. Netanyahu herwiha got ku ewê berdewam ligel birêz Obama baxive. Serokwezîrê Îsraîlê hevalekî kevin yê hevrikê Serok Obama, Mitt Romney e.

Serokê Rûs Vladimir Putin telgrafeke pîrozbahîyê şande Serok Obama. Birêz Putin got, jinûve hilbijartina birêz Obama nûçeyeke erênî ye.

Serokwezîrê Brîtanya David Cameron jî li ser hesaba xwe yê Twitter’ê pîrozîya Obama kir û got ku ew çaverê dike karê xw ligel Obama dom bike. Lê, di serdaneke xwe ya jibo Ûrdunê de, birêz Cameron gotibû rojnamevanan ku dive Obama jibo dawîkirina şerê navxweyî li Sûrîyê pirtir bixebite.

Rêberên Kenyayê jî pîrozîya Obama kirin. Wekî tê zanîn bavê birêz Obama bi eslê xwe ji welatê Kenya bû.
XS
SM
MD
LG