Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevka HSD'ê Cîhan Şêx Ahmed: Hêza Mê Têra Rizgarkirina Reqa Dike


Yek ji berdevkên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Cîhan Şêx Ahmed ji Reuters’ê re ragihand ku hêza wan, ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka piştgirî dike, têra rizgarkirina Reqa dike.

“Em bi tundî li dijî Tirkîye ne ku hêzên wê di operasyona Reqa de cîh bigirin. Di demên dawî de gelek kesên ji derdora Reqa tevlî hêzen me yên bi alîkarîya koalîsyonê bûne. Loma hêzên me têra rizgarkirina Reqa dike.

Ahmed bi berdewamî dîyar kir ku çekdarên DAIŞ’ê tê dorpêç kirin û di heman demê de ew rêxistina tundrê tunelên binî erdê dikole û fermandarên xwe yên payabilind ji Reqa derdixîne.

HSD ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, çend roj berê kontrola rêya dawî ya di navber Dêrezor û Reqa jî bi dest xistibû û peywendîya çekdarên her du bajaran qut kiribû.

Tevî ku Tirkîye YPG’ê wek baskeke Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne û di operasyona Reqa de li dijî hevkarîya wê û Amerîka derdikeve jî, karbidestên Amerîkî vê heftê eşkere kirin ku ewê piştgirîya jibo YPG’ê bidomînin.

XS
SM
MD
LG