Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Çînî Serok Obama Pîroz Dikin


Serokê Çînê Hu Jintao ligel Serok Barack Obama ye
Serokê Çînê Hu Jintao ligel Serok Barack Obama ye
Rêberên Komunîst yên Çînî Serok Barack Obama pîroz dikin ku jinûve wekî serok hate hilbijartin, li vê demê ku Pekîn bala xwe dide veguhestina xwe ya sîyasî ku vê hefteyê pêk tê.

Berdevkê Wezareta Derve yê Çînê Hong Lei gote rojnamevanan ku Serok Hu Jintao û Serokê ku nêzîk cihê wî digire û herwiha Cîgirê Serok Xi Jinping, çaverê dikin ku ligel Serok Obama kar bikin da ku peywendîyên Çîn û Amerîka’yê pêşve bibin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê dibêje, parastina têkîlîyên baş, saxlem û aram navbera Amerîka û Çîn feyde dide berjiwendîyên bingehîn yên her du welatan, her du gelan û herwiha xizmeta aştî û pêşketina herêma Asya Pasîfîk dike.

Hêjayî gotinê ye ku rêberên Çînê bi awayekî vekirî piştgirîya Barack Obama yan jî Mitt Romney nekirin, ku her du jî soz dabûn ku bi Çînê re hişk bin, eger wekî serok hatin hilbijartin.
XS
SM
MD
LG