Lînkên eksesibilîtî

Civata Ewlekarî ya NY Ser Îdiayên Êrîşa Kîmyayî Civî


Nikki Haley wêneyên zarokên kuştî nîşan dide

Piştî îdiayên êrîşa kîmyayî ya li Sûrîyê, Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî bi awayekî awarte kom bû.

Endamên civatê yên ku ser daxwaza Fransa û Brîtanya civîyan, jiber kuştinên li Îdlibê hevdu tawanbar kirin.

Cîgirê Balyozê Rûsya yê li NY Vladimir Safronkov, sîyaseta rêvebirîya serokê Amerîka yê berê, Barack Obama rexne kir.

‘’Obama bikaranîna çekên kîmyayî wek ‘xêta sor’ ragihand û gef xwarin ku ewê maytekirina leşkerî bike, lê wisa êrîşên bi vî rengî hatin provoke kirin,’’ Safronkov got.

Balyoza Amerîka ya li NY Nikki Haley jî wêneyên zarokên kuştî nîşan da û bang li endamên civatê kir ku demûdest tevbigerin. Haley xwest ku Moskow bandora xwe ya ser Şamê bi kar bîne.

‘’Jibo ku ew kuştin di xema Rûsya de bin, divê çend zarokên din werin kuştin? Gava NY di erka xwe ya têkoşînê de bi ser nekeve, wek dewlet em dikarin dest bi maytekirinê bikin,’’ Haley hişyarî da.

Rêvebirîya Moskow, îdiayên welatên rojava, ku Beşar Esad wek berpirsê êrîşê dibînin, red dike û eşkere dike ku ewê piştgirîya jibo hikûmeta Sûrîyê bidomîne.

Rûsya îdia dike ku piştî êrîşên hikûmeta Sûrîyê yên ser depoyeke teqemenî ya serhildayan gaz belav bûye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG