Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekitîya Ewrupa bo Guherandina Qanûna Bingehîn Tirkîye Hişyar Kir


Civata Ewrupa li Strasbourg ya Fransa
Civata Ewrupa li Strasbourg ya Fransa

Di paneleke hiqûqî ya Civata Ewrupa de pisporan dan zanîn ku pêşnîyazên jibo guherandina qanûna bingehîn ya Tirkîyê desthilata serokomar pir zêde dikin ku ew jibo demokrasîyê metirsîyeke mezin e.

Pisporên hiqûqê dîyar kirin ku li gor pêşnîyazan, serokomar dikare bi her awayî parlamento betal bike ku tiştekî wiha di pergala seroktîyê de tune.

Pêşnîyazên jibo qanûna bingehîn, rê dide serokomar ku bi krîterên ew dîyar dike, wezîran û karbidestên payabilind tayîn bike û wan ji kar dûx bixîne.

Pisporan eşkere kirin ku bi vî şiklî hikmê darazê li ser rêvebirinê qels dibe.

Jibo pêşnîyazan parlementerên meclîsa Tirkîyê bi awayekî veşartî deng dabûn. Pisporan got ku dengdana veşartî piştgirîya rastî ya jibo seroktîyê nîşan nade.

Hemî ramanên Civata Ewrupa yên derbara pergala seroktîyê dê roja Duşemê werin weşandin.

XS
SM
MD
LG