Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çaverê ye 100 Mîlyon Kes Gotûbêja Îşev ya Navbera Trump û Clinton Temaşe Bikin


Yekem gotûbêja (debate) a îro Duşemê di navbera Kandîda Demokrat Hillary Clinton û rikberê wê yê Komarî Donald Trump de, li gor hin texmînan, reng e bala 100 mîlyon bîner bikşîne ku dê wan yekem car wek kandîd ligel hev bibîbin û dê karibin şiyanên wan bipîvin.

Bîner ne tenê dê bala xwe bidin axaftinên wan belê dê binerin ew axaftin çawa tên kirin û riaksyona wan bo hev çawaye.

Jibo Donald Trump, gotûbêj dê bêhneke sereke be ku wî di van hefteyên borî de ciyawaziya di navbera xwe û Clinton de kêm kir, ji ber wî xwe bêhtirî demên berê kontrol kir û bal kişand ser wê yekê ku ew dê Amerîka careke din bihêz û aram bike.

Clinton, ji aliyê xwe ve, çavlirê ye bala piştgirên xwe bikşîne ser planên wê bo avakirina abûriyeka taybet û her wiha baweriya bi wekheviyê wek ku wê di helmeta xwe ya vê dawiyê de, li wîlayeta Florida gotibû.

Ev gotûbêja yekem di nav sê gotûbêjan de, ku bêhtir tê temaşekirin, ew li gor gelek şareza û çavdêran wek şûrekî du alî ye ji bo her du kandîdan. Ew reng e wan pêşbixe û piştgiriyeke zor bo wan qezencke û reng e wan têk bibe û asta piştgiriyê kêm bike. Amadebûn, bersivdan, şêweyê bersivdanê, û reaksîyona her yekî ji wan, dê roleke berbiçav di gotûbêja rû bi rû ya îro de bilîze.

Tê zanîn gotûbêja yekem a li ser televîzyonê hatî şopandin, di sala 1960 de, di navbera Richard Nixon û John Kennedy de bû. Ne hemî gotûbêjan, lê hinan ji wan bandora xwe li ser hilbijartên serokatiya Amerîka hebûn.

Di vê derbarê de profesorê Zanîngeha George Mason Jeremy Mayer dibêje:

“Di salên normal de, gotûbêjên rasterast ew riya tenê ne ku nîşanên piştî kombûnan diyar bikin. Xelk dikare bi hêsanî li wan temaşe ke.”

Trump û Clinton jî, diyar e xwe bi awakî ciyawaz amade kirine.

​Clinton, ligel ku serborek heye di gotûbêja li gel rikberê wê yê Demokrat Bernie Sanders û karibû di gelek xalan de cih li wî teng bike, wê hin dijwarî hene ku renge rastê bê. Hin rapirsînan diyar kir ku gelek dengdar bi wê ne bawer in. Ew rastî gelek pirsan bû li dor bikaranîna emailên taybet di karê xwe yê fermî de, dema wezîra derve bû.

Şêweyê ne pêşbîn danûstandina Trump, ew jî jibo Clinton dijwariyeke di vê gotûbêjê de, li gor profesorê Zanîngeha George Mason Stephen Wayne ku dibêje:

“Tiştê li dor Trump ew e ku Trump ne wek Clinton e, ew nikare xwe kontrol bike û eger tu wî tore bike, ew dê bi awakî kesayetî bersiva te bide. “

Hêjayî gotinê ye, dê sê gotûbêjên hilbijartina serokatiyê hebin û her wiha yek di navbera her du cîgirên kandîdan de, Tim Kaine yê Demokrat û Mike Pence yê Komarî.

XS
SM
MD
LG