Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Gotûbêja Serokatîyê de Clinton Soza Pirtirkirina Alîkarîya ji Kurdan re Dide


Gotûbêja yekê ya hilbijartina seroktîyê, di navbera berbijara Demokrat Hillary Clinton û hevrikê wê yê Komarî Donald Trump de, şeva Duşemê li Zanîngeha Hofstra ya eyaleta New Yorkê hate kirin.

Tê texmîn kirin ku pirtir jî 100 mîlyon kes ew gotûbêj bi zindî temaşe kir û derfet dît ku nêrîn, plan û projeyên berbijaran ji nêzîk ve bibîhsin.

Di gotûbêja yekê de mijara sîyaseta derve jî hate rojevê û Hillary Clinton pesna rêkeftina navokî ya ligel Îranê da û got ku bê ku guleyek were avêtin, serkeftineke dîrokî hat bi dest xistin.

Trump jî hevbîr bû kêşeya navokî jibo tevahîya cîhanê xeterîyeke mezin e, lê wî bi tundî rexne li rêkeftina bi Îranê kir û wek rêkeftina herî xirab bi nav kir. Trump peymana navokî wek di berjewendîya Îranê bi nav kir û got, bi xêra wê rêkeftinê Tehranê ji gelek toleyên aborî yên welatên Rojavayî rizgar bû.

Clinton da zanîn ku ew bi biryar e Dewleta Îslamî (DAIŞ) têk bibe û jibo wê yekê jî ewê êrîşên esmanî yên dijî DAIŞê zêdetir bike û pirtir piştgirî hevabendên Kurd û Ereb yên Amerîka da ku bajarê Reqa ji DAIŞê were azad kirin.

Clinton Trump rexne kir ku jibo şikandina DAIŞê ti plana wê tuneye, lê Trump jî bi tundî bersîv da ku wek Clinton di malpera xwe de kir, ewê ti car plana xwe eşkere neke ku dijminên Amerîka ji wê yekê agahdar nebin.

Yek ji mijarên girîng ku di gotûbêjê de hate nirxandin rewşa aborîya Amerîka bû û Clinton pêşnîyar kir ku divê baca kesên dewlemend were bilind kirin, mûçeya karkeran were zêde kirin, pirtir dirav jibo binesazî û projeyên avakirinê re bêne xerc kirin û di kar de jin bi qasî pere wergirin.

Trump dijberîya xwe li pêşnîyarên Clinton bilind kir û got ku gelek karên Amerîkî ber bi welatên din ve diçin, sedemeke wê yekê peymanên bazirganî ye ku Clinton jî piştgirî dabû.

Trump rexne li Clinton û Serokê Amerîka Barak Obama kir ku nekarîne pêşî li çûyîna karên Amerîkî ji welatên din re bigirtana. Wî bi tundî berevanî li kêmkirina bacên dewlemendan kir, bi sedema ku ew kes xwedîyê karên afirandî ne.

XS
SM
MD
LG