Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Berbijarê Dadgeha Qanûna Bingehîn Sibe Eşkere Dike


Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîkî
Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîkî

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ewê berbijarê xwe yê jibo dadgerîya Dadgeha Qanûna Bingehîn (Supreme Court) sibê Sêşemê eşkere bike.

Piştî dadger Antonin Scalia, ku bi biryarên xwe yên konservatîf dihat nas kirin, mir li dadgeha bi 9 endaman, kursîya wî vala ma.

Serokê berê Barack Obama jibo ku cîhê vala tijî bibe, dadger Merrick Garland wek namzet raber kiribû, lê Senatoya bin kontrola Komarîyan berbijarîya wî red kiribû. Civata Senatoran dabû zanîn ku divê serokê nû namzetê bijêre.

Çaverê ye ku Trump namzetekî konservatîf destnîşan bike û di medya de navên dadger Neil Gorsuch, Thomas Hardiman, William Pryor jibo wê postê derbaz dibin.

XS
SM
MD
LG