Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Îspaniya Û Mexribê 4 Gomanbarên Îslamiyên Radîkal Binçav Dike


Roja Çarşemê ajansa Reuters ji Madrîd ragihand ku polîsê Îspaniya û Mexrîbê (Moroko) çar bergomanên Mexrîbî ku, girêdana wan bi îslamiyên radîkal ve heye girtine.

Wezîrê navxweyê Îspaniya roja Çarşemê da xuyakirin ku wan 4 bergomanên îslamî girtine ew xelkê Mexrîb in û di nava rêxistina Îslamî de di çalak bûn.

Wezîrê navxwe dibêje, du kesên li Îspaniya hatine girtin, ew dihatin şopandin, ji Îspaniya çûne tevlî çekdarên DAIŞê bûne car din vegeriyane.

Di daxuyaniya wezîrê navxweyî de hatiye ku, du kesên din yên hatine girtin, têkiliya wan bi amadekirin û hinartina kesan bo nav rêxistina dewleta Îslamî li Îraq û Sûriyê hebû, wan bi riya Mediya Civakî kes amade dikirin di hinartin nava rêzên DAIŞê.

Ji bilî herdu kesên li Îspaniya hatine girtin du kesên din li Mexîb (Moroko) hatine girtin, ew ji aliyê hêzên ewlekariya Îspaniya de dihatin xwestin û kesên weke metirsîdar navê wan ket bû di lîstê de.

Hêzên ewlekariya Îspaniya heta niha di vê salê de 40 kes bi tawana endametiya dewleta Îslamî (DAIŞ) û weke bergomanên Îslamîyên radîkal girtin e.

XS
SM
MD
LG