Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ ji Telegram'ê Banga Êrîşên Nû Dike


DAIŞ’ê di ser sepana Telegram’ê re banga êrîşên nû kir.

Reuters’ê ragihand ku Berdevkê DAIŞ’ê Ebu Hasan el-Muhacir bi qeydeke dengî bang li çekdaran kir ku di meha Ramazanê de li Amerîka, Ewrupa, Rûsya, Avustralya, Îraq, Sûrîye, Îran û Fîlîpînê êrîşên nû bikin.

Jêderên din piştrast nekirin ku deng yê berdevkê DAIŞ’ê ye, lê Retuers’ê dîyar kir ku dengê hatîye belav kirin bi dengê qeydên berê re eynî ye.

Di qeyda nû de, rêxistina tundrê êrîşên berê yên li welatên rojava li dar ketine bi bîr dixîne û wiha dibêje:

‘’Birayên we yên li wan deran dijîn tiştên baş kirin. Hûn jî wek wan tevbigerin û wan çi kiriye bikin.’’

XS
SM
MD
LG