Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ'ê Berpirsîya Êrîşa Londonê Girt Ser Xwe


Piştî êrîşê, li nêzî Pira Londonê
Piştî êrîşê, li nêzî Pira Londonê

DAIŞ’ê di ser ajansa Amaq’ê re, do Yekşemê berpirsîya êrîşa Londonê girt ser xwe.

Di êrîşê de 7 kes hatibûn kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûbûn.

Rêxistina tundrê, bi daxuyanîyekê ragihand ku komeke çekdarên DAIŞ’ê êrîş li dar xistîye.

Sê êrîşvan, roja Şemîyê bi şev, berî polîs wan bikuje mînîbûsek ajotibûn ser sîvîlên li Pira Londonê.

Di nêzî sê meh de, ew cara sêyan e ku li Brîtanya êrîş li dar dikevin.

DAIŞ, ku niha bi operasyonên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka li Sûrîyê û Îraqê têk diçe, roja Şemîyê bang li alîgirên xwe kiribû ku di meha Ramazanê de, li dijî ‘’Xaçparêzan’’ bi kamyon, kêr û çekan êrîşan li dar xînin.

Çekdarên Îslamî, yan kesên xwe nêzîkî DAIŞ’ê dibînin, di du salên dawî de li Ewrupa, Rojhilata Navîn, Afrîqa, Asya û Amerîka bi sedan êrîş li dar xistin.

XS
SM
MD
LG