Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: DAIŞ li Dêrezorê Erîşên Giran Pêk Tîne


Reuters'ê ji zarê Çavdêrîya Sûri ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku, roja Yekşemê bi şev, di êrîşên giran yên DAIŞ'ê de bi kêmî ve 7 kes li Dêrezorê hatine kuştin.

SOHR'ê dîyar kir ku çekdarên rêxistina tundrê, îro Duşemê jî êrîşên xwe yên li ser taxên di destê hikûmeta Sûrîyê de didomînin.

Piranîya Dêrezorê di destê DAIŞ'ê de ye ku rêxistina tundrê giheştîye nêzî firîngeheke ku hêzên hikûmeta Sûrîyê kontrol dikin.

DAIŞ'ê hin taxên Dêrezorê nêzî du sal e dorpêç kiriye. Hikûmeta Sûrîyê û hevalbenda wê Rûsya, bi paraşutan pêdivîyên xwarin û dermanan digihejînin herêma ku 200,000 kes lê asê mane.

Çekdarên DAIŞ'ê yên li Îraq û Sûrîyê di ser Dêrezorê re xwe digihejînin hevdu.

XS
SM
MD
LG