Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê DAIŞ'ê yê Misirê Gefa Êrîşên Nû Xwar


Rêberê DAIŞ’ê yê li Misirê bang li Misilmanan kir ku dûrî navendên Xirîstiyanan, avahîyên hikûmetê û yên leşkeran bisekinin ku ewê li wan deran êrîşan li dar xînin.

Di Nîsanê de, du êrîşvanên xwekuj yên DAIŞ’ê, li dêrên Îskenderîyê û Tanta xwe peqandibûn û herî kêm 45 kes hatibûn kuştin.

‘’Em we hişyar dikin, dûrî deverên ku Xirîstiyan lê kom dibin bisekinin. Herwiha di ber avahîyên hikûmetê û yên polîs û leşkeran jî derbas nebin’’ rêberê DAIŞ’ê yê li Misirê, ku nav nehat eşkere kirin, got.

Rêberê rêxistina tundrê gefa êrîşên nû, li ser Telegramê, di rojnamaye wê ya heftane, el-Nabe de xwar.

Çekdarên DAIŞ’ê êrîşên xwe yên dijî kêmjimarên oldar zêde kirine ku van êrîşan wek bersîvek bo Serokomar Abdel Fattah al-Sisi yê ku soza berevanîya kêmjimaran kiribû nîşan didin.

Vê dawîyê, DAIŞ’ê êrîşên xwe yên li derdora Sinai, ku navenda rêxistina tundrê ye, kêm kirine û berê xwe pirtir daye avahîyên hikûmetê.

XS
SM
MD
LG