Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Generalê Amerîkî: Rêberê DAIŞ'ê yê Afganistanê Hat Kuştin


General John Nicholson,
General John Nicholson,

Reuters’ê ji zarê karbidestên Amerîkî û Afgan ragihand ku rêberê DAIŞ’ê yê li Afganistanê, Abdul Hasîb, di 27’ê Nîsanê de, li herêma Nangarharê hatîye kuştin.

Karbidestan dîyar kir ku hêzên Amerîka û Afganistanê operasyona kuştina Hasîb tev li dar xistîye.

Hasîb, piştî rêberê DAIŞ’ê yê berê Hafiz Saîd Xan bi êrîşeke dronî ya Amerîka hatibû kuştin, bûbû serokê nû. Tê zanîn ku Hasîb, êrîşa Kabulê ya di 8’ê Adarê de jî di nav de, fermana gelek êrîşan daye.

‘’Bi vê operasyona serkeftî, em di têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ-X’yê îsal gaveke din pêşde çûn’’ Generalê Amerîkî yê li Afganistanê John Nicholson bi daxuyanîyekê got.

Berî daxuyanîyê, Serokomarê Afganistanê Eşref Ganî dîyar kiribû ku Hesîb fermana êrîşa Kabulê ya di 8’ê Adarê de daye ku di wê êrîşa ser nexweşxaneya leşkerî de, bi dehan doktor û nexweş hatibûn kuştin.

Ganî bi berdewamî da zanîn ku Hesîb ji çekdaran xwestîye ku serê rûspîyên herêman jê kin, jinan birevînin û bînin bi DAIŞîyan re bizewicînin.

Baskê DAIŞ’ê yê li Afganistanê, DAIŞ-Xorosan (DAIŞ-X), ji 2015’an vir ve li wî welatî çalak e û li dijî Talîban, hêzên Amerîkî û Afgan şer dike.

Tê zanîn ku peywendîya DAIŞ-X, bi DAIŞ yê li Îraq û Sûrîyê şer dike re heye, lê dikare operasyonên serbixwe li dar xîne.

Hêzên Amerîka û Afganistanê, ji Adarê vir ve li dijî DAIŞ-X’yê, pirtir li Nangarhar ya li nêzî sînorê Pakîstanê jimarek êrîş li dar xistin. Meha borî, di êrîşeke bi ‘’dayika hemî bombeyan’’ de 94 çekdarên DAIŞ-X’yê hatibûn kuştin ku 4 ji van fermandar bûn.

Artêşa Amerîka bi daxuyanîyekê da zanîn ku di êrîşa esmanî ya 27’ê Adarê de jî 35 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin ku hin ji wan fermandarên payabilind bûne.

Di operasyonên ku hîn didomin de bi sedan çekdarên DAIŞ-X’yê hatin kuştin û ji nîvê pirtir axa ketî destê rêxistan tundrê bi şûnde hat sitandin ku xwecihên wan deran piştî du salan vegerîyan warên xwe.

XS
SM
MD
LG