Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ'ê Bang li Çekdarên Xwe Kir ku Roja Referanduma Tirkîyê Êrîşan li Dar Xînin


DAIŞ’ê bang li çekdarên xwe yên li Tirkîyê kir ku di referanduma 16’ê Nîsanê de li hemî sindoqên hilbijartinê êrîşan li dar xînîn.

Rêxistina tundrê, di hejmara 8’an ya kovara mehane Rumiyah de dîyar ki kur ji xencî Xwedê, bijartina qanûndanêran kufr e.

‘’Çawa ku kesên di referandumê de bêjin ‘erê’ ewê kafir bin, yên bêjin ‘na’ jî dê kafir bin. Divê Misilman bi ti awayî neçin ser sindoqên hilbijartinan, dûrî wan cîhên hilbijartinên bisekinin û jibo kesên dengên xwe didin jî dijminîya xwe ragihînin’’

DAIŞ’ê bi berdewamî ji çekdarên xwe xwest ku ew roja referandumê herin hemî cîhên hilbijartinê, agir berdin wan deran, hilweşînin û kafiran jî bikujin.

Di heftenemaya el-Naba de jî DAIŞ’ê banga bo êrîşa roja referandumê dubare kir. Di el-Naba de, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan hat şermezar kirin û hate gotin ku divê Misilman neçin ser sindoqên referandumê.

XS
SM
MD
LG