Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR Dibêje di Êrîşeke DAIŞ'ê de 14 Kes li Bakurê Şamê Hatine Kuştin


Ajansa Reuters ji zarê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) radigihîne ku çekdarên DAIŞ’ê di êrîşeke ser firîngeheke hikûmetê de herî kêm 14 leşkerên rejîma Sûrî kuştine.

Reuters dide zanîn ku firîngeha Dumeir ya êrîşkirî 40 km li bakurê rojhilata Şamê ye û çakdarên DAIŞ’ê jimareke çeperên leşkerên Sûrî bi dest xistine.

DAIŞ Derêzor û navenda wê Reqa jî nav de, herêmên berfireh li rojhilata Sûrîyê kontrol dike û bajarokê dîrokî Palmyra ya 200 km dûrî Şamê jî di dawîya sala çûyî de standibû.

DAIŞ ku di sala 2014an de li bakurê Îraqê û rojhilata Sûrîyê xîlefeta xwe ragihandibû, di dema dawî de li Mûsilê û bakurê Reqayê rastî êrîşên giran tê.

XS
SM
MD
LG