Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Tiştên Pêdivî ji Reqa Tîne Mûsilê


Di vê demê de ku operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê berdewam dibe, rêxistina DAIŞ ya terorîst xwe dispêre herêmên jêr kontrola xwe li Sûrîyê da ku xwarin û pêdivîyên din derbasî Mûsilê bike.

ISIS Mosul Supply Route
ISIS Mosul Supply Route

Bi kêmî ve “15 qamyon bi şînkayî, şekir, ard û birincê barkirî ji bajarê Reqayê berê xwe dan Mûsilê,” ajansa Smart News ya Sûrî ragihand.

Di vê qonaxê de, Mûsil ji sê hêlan ve hatiye dorpêç kirin. Hêzên pêşmerge ji rojhilat û bakurê bajêr ve êrîş dikin û hêzên artêşa Îraqî jî ji başûr ve DAIŞ topbaran dikin. Lê, ji alîyê rojavayê bajêr ve, DAIŞ hîn jî rêyekê bikar tîne ku alîkarî û pêdivîyan derbas bike.

Temam Barûdî, pisporê aborî yê Sûrî ji Dengê Amerîka re dibêje ku hêzên jêr kontrola DAIŞ li Sûrîyê yên herî dewlemend in.

Heta, berî ku opeasyona Mûsîlê destpê bike, DAIŞ aborîya navxweyî ya wê herêmê li Îraqê bikar tanî. Lê, aniha rêxistina terorîst jêderên xwe li Sûrîyê jibo xizmeta Mûsilê bikar tîne.

“Bajarên wekî Dêra Zor û Reqa ku li her du rexên Çemê Feratê dikevin, gelekî zengîn in û wekî selika xwarinê li Sûrîyê, tê nasîn,” Barûdî got.

Wî herwiha da zanîn ku rêjîma Sûrî jî ev herêm di warê aborî de girîng dibîne.

Operasyona Mûsilê ketiye hefteya didoyan û xuya dike ku DAIŞ hîn jî dikare dabara xwe li nav bajêr bike, lê karbidestên leşkerî bawer dikin ku di demeke nêzîk de ewê rêxistina terorîst pûç bikin.

“DAIŞ dizane ku ewê di nav du hefteyan de bi temamî werin dorpêç kirin,” qumandarê pêşmerge Sime Usalî ku niha li Başîqa ye, ji Dengê Amerîka re eşkere kir.

“Wan hîn derfet heye ku herin nav Mûsilê û ew vê yekê bikar tînin. Lê nêzîk ew rê jî tê birîn,” Usalî got.

Amadekar: Sîrwan Qiçço

XS
SM
MD
LG