Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Hewila Darbeyê, Rewşa Awarte û Reaksîyonên Heyî


Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş jî daxuyand ku di dema rewşa Awarte Awarte (OHAL) de Peymana Mafê Mirovan ya Ewrupayê (PMME) dê pêk neyê.

Wî got ‘Em soz didin gelê xwe ku tişteke wê bi wan neyê. Em pêkanîna PMME di çarçoveya xala 15. de didin sekinandin û ev yek 3 meh wiha bidome.’

Kurtulmuş got ‘Em OHAL'ê dixwazin di nava mehek û nîv de biqedînin’ lê Serokomar îro got dibe ku rewşa awarte şeş meh were dirêjkirin.

Ev biryar fikaran çêdijke ku binpêkirinê mafê mirovan zêde bibin, heta mafê jîyanê jî bikeve bin xeterê.

Serokê Komela Mafê Mirovan yê Amedê Racî Bîlîcî, Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik, Cîgirê Serokê Partîya Herêmên Demokrat (DBP) Ramazan Tunc li ser rewşa awarte û mafê mirovan li Tirkîyê nêrînên xwe anîn ziman.

Ji alîyê dinê, Wezîrê Dadê Bekir Bozdag jî got rûniştinên doza bergûmanên hewildana darbeyê li Enqere S'incanê were kirin û di destpêkê de dema binçavmayînê wê 8 roj bin.

Rapota Xecîcan Fariqin 22.07.2016
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:24 0:00

XS
SM
MD
LG