Lînkên eksesibilîtî

Pêla Girtina Bajarvanên DBP’ê Didome: Bi Jimare Rewşa Şaradarîyan


Pêla girtina bajarvan û destdanîna ser bajarvanêyên Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) didome. Herî dawî hikûmetê roja Pêncşemê dest da ser şaredarîyên Wan, Mêrdîn, Dersîm û Sêrtê û bi wî awayî 38 şaredarîyên DBP’ê ji destê wan hat sendin.

i biryara di hikmê qanûnê ya dema rewşa awarte de, hikûmet dest da ser 38 şaredarîyên DBP’ê ku di nav wan de sê şaredarîyên bajarên mezin Amed, Wan û Mêrdîn û pênc bajar: Batman, Hekkarî, Sêrt, Şirnex, Dersîm û 30 navçe û bajarok hene.

Heta niha 52 şaredarên DBP’ê jikar hatin derxistin, 39 hevşaredarên din jî hatin girtin.

Çend agahîyên girîng:

Di hilbijartina herêmî ya 2014an de DBP’ê li bajar û navçeyên Kurdan 106 bajarvanî bi dest xistibûn, lê niha 68 şaredarî tenê di destê DBP’ê de mane. Çaverêye ku pêla destdanîna ser şaredarîyan û girtina şaredaran dewam bike.

Roja Çarşemê hevşaredarên şaredarîyên Dersîm û Sêrtê Nurhayat Altun, Tuncer Bakirhan tevî gelek endamên DBP û şaredarîyan hatin desteser kirin.

Roja Pêncşemê jî hevşaredarê Wanê Bekir Kaya hat desteser kirin.

Hevşaredarên Dersim, Sêrt, Wanê hatin girtin.

Herwiha, di heman rojê de cîgirên walîyan weke kayum hatin tayîn kirin û wek şaredaren nehilbijartî li ser postê şaredarîyan rûniştin.

Şaredarîya Mezin ya Mêrdînê ji destê hevşaredar Ahmet Turk û Februnîye Aykol hat stendin.

Piştî îlankirina rewşa awarte di 11ê Îlonê de dest dan ser 24 şaredarîyên DBP’ê.

Di pêla yekê de dest dan ser piranî şaredarîyên ku şer û pevçûn û qedexe hebûn.

Navçeyên Şirnexê Cizîr, Silopê, Sûr, Hezexê; navçeyên Amedê Sûr û Farqîn,

Navçeyên Mêrdînê Nîsêbîn, Mazıdağ/Şemrex, Dargecit/Kerbiroran.

Dîsa, di pêla yekê de kayum tayînkirin ser bajarên Batman û Hekkarî jî ligel ku ne xendek hatibû kolan, ne jî qedexe li van bajaran hatibû îlan kirin.

Di 11’ê Îlonê de bajar û navçeyên ku dest dan ser şaredarîyê wan ev in:

4 Navçeyên Mêrdînê: Dargecit/Kerbiroran, Derik /Dêrik, Mazıdağ/Şemrex, Nusaybin,

4 Navçeyên Wanê. Edremit, Erciş, “pekyolu, Özalp,

Batman (bajar)

2 Navçeyên Batmanê: Beşîrî, Kercews/Gercüş; İkiköpru (bajaroka Bêşirîya Batmanê)

2 Navçeyên Şirnexê: Cizîr, Silopi,

2 Navçeyên Amedê: Silvan /Farqîn û Sûr

Hakkarî/ Colemêrg (bajar);

Xinis/ Hinis (Navça Erzîromê)

Tuzluca /Qulp (Navça İdirê) Hoşhaber (Bajaroka Îdirê)


Bulanık (Navça Mûşê)

Eruh (Navça Sêrtê)

Suruç (Navça Ruhayê)

Gîyadin /Dîyadin (Navça Agirîyê)

Di 21ê îlonê de dest dan ser şaredarîya Hezex (Îdil) a navça Şirnexê.

Di 5ê mehê de dest dan ser şaredarîya Hênê (Hani) ya nevça Amedê,

Di 1ê Mijdarê de dest dan ser Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê û hevşaredar Gultan Kişanak, Firat Anli hatin girtin.

Di 5ê Mijdarê de dest dan ser Şaredarîya Şirnexê ku 9 meh bû li ser bajêr qedexe hebû û avahîya şaredarîyê jî tevî ji sedî 70 bajêr hatîye xira kirin.

Di 11ê Mijdarê de dest dan ser şaredarîya Varto/Gimgima Mûşê. Hevşaredar Sabite Ekincî jî hat girtin. Hêjayî gotinê ye ku cara pêşî şerê xendekan û qedexa derketina kolanan li Gimgime destpê kiribû.

Herî dawî di 17ê Mijdarê de dest dan ser şaredarîyên Sêrt û Dersîmê. Herwiha dest dan ser şaredarîyên bajarên mezin yên Wan û Mêrdînê.

XS
SM
MD
LG