Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Rojnamevanê Îtalî yê Desteserkirî Dersînor Kir


Gabriele Del Grande
Gabriele Del Grande

Rojnamvanenkî Îtalî ku ji du hefte vir ve li Tirkîyê desteserkirî bû, îro Duşemê hate dersînor kirin.

Gabriele Del Grande ji alîyê Tirkîyê ve hatibû desteser kirin, bi sedema ku wî bê destûr çûbû devereke nêzîkî sînorê Sûrîyê.

Del Grande ku blogvan û fîlmçêker e, li ser penaberan kar dike û ew li bajarê Hatay ya başûrê Tirkîyê hatibû girtin.

Piştî ku ew ji Tirkîyê hate dersînor kirin, îro bi rêka firokexaneya Bologna giheşt Îtalya. Wî got ku reftarên baş ji wî re hatine kirin, lê heta niha tenegiheştiye ku çima ji alîyê polîsên sîvîl ve hatiye girtin.

"Ez wiha hêst dikim ku tiştê ku hate serê min neqanûnî ye. Rojnamevanek jibo pêkanîna karê xwe, 14 roj ji azadîya xwe hate bêpar kirin," Del Grande li firîngehê ji nûçegîhanan re got.

Wezîrê Derve yê Îtalî Angelino Alfano jî pesna dîplomasîya bêdeng ya navbera Îtalya û Tirkîyê da ku berdana Del Grande pêkan kir.

XS
SM
MD
LG