Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Greva Xwebirçîkirinê ya li Girtîgeha Edîrne bi Dawî Bû


Li Atîna jineke ku girtina Demirtaş protesto dike
Li Atîna jineke ku girtina Demirtaş protesto dike

Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ku do Înê danê sibê dest bi greva xwebirçîkirinê kiribûn, bi êvarê re grev bi dawî anîn.

Demîrtaş û Zeydan li Girtîgeha Edîrne têne girtin ku li wê hepsê, di 25'ê Sibatê de greva xwebirçîkirinê destpê kiribû.

HDP'ê bi daxuyaniyekê dîyar kir ku ew bidawîbûna grevê kêfxweş in.

'"Greva ku li Girtîgeha Edîrne ji 25ê Sibatê ve dom dikir, piştî peywendiya bi rêvebirîya girtîgehê re û sozên ser çareserkirina kêşeyan bi rêya dîyalogê bi encam bû, em kêfxweş in''

Hêjayî bîrxistinê ye ku li Îzmir, Enqere, Wan û Tekîrdagê greva xwebirçîkirinê didome.

XS
SM
MD
LG