Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş "Piştî Banga KCK'ê Peqîna Entabê Ne Tesaduf E"


Hevserokê HDP’ê Selahattin Demîrtaş roja Yekşemê berîya derbasê Entabê bibe, li Amedê daxuyanîyek da û banga aşitîyê kir.

Demîrtaş bîrxist ku berîya çend rojan KCK bi daxuyanîyek ragihand ger muzakereyên Dolmabahçeyê bidomin, dibe ku pêvajoya aşitîyê carek din despê bike. "Piştî vê daxuynaîyê kes nikare bêje ev peqîn tesaduf e."

"Dawata me li me kirin şîn, lê heyfa herî mezin ya ji van hovên qetlîamkar ew e ku hemî sîyasetvanên Tirkîyê li ba hevdu rûnin."

Demîrtaş destnîşan kir ku malbata dawetê endamên HDP’ê ne û êrîş bi hesabê derxistina alozîyan, li ser Kurdan hatiye kirin.

"Lê em bang li gele xwe dikin, roj ne roja tolhildanê ye. Roj roja destxistina derfeta aşitî ye. Werin em ji vê êşa giran hêvîya aştîyê derxin. Nexwe welatê me gav bi gav dê bibe Sûrîye."

KHF_8_22-16
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:38 0:00

XS
SM
MD
LG