Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê HDP’ê Demîrtaş Dest bi Greva Xwebirçîkirinê Kir


Alîgireke HDP’ê li Almanya posterên Demîrtaş û Yuksekdag bilind dike
Alîgireke HDP’ê li Almanya posterên Demîrtaş û Yuksekdag bilind dike

Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Selahattîn Demîrtaş îro Înê ragihand ku wî dest bi greva xwebirçîkirinê kiriye, jibo şermezarkirina şertên nemirovane û neqanûnî li zindana ku ew lê tê girtin.

Demîrtas bi daxuyanîyeke nivîskî ku ji alîyê HDP’ê ve hate belav kirin, dîyar kir ku ewê jio protestokirina kiryarên, "neqanûnî, nemirovane û keyfî" li zindanan Tirkîyê, xwarin nexwe.

Li gor ajansa AP, sîyasetvanê Kurd da zanîn ku ew herwiha dixwaza bal bikşîne ser grevên din yên xwebirçîkirinê ku li girtîgehên din yên Tirkîyê berdewam dikin.

HDP dibêje ku pirtir ji 100 girtîyên Kurd di greva xwebirçîkirinê de ne û hinek ji wan 40 roj in ku grevê didomînin.

Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkîyê (TIHV) ragihand ku bi kêmî ve 5 girtîyên jin yên li girtîgeheke li bajarê Tarsusê ya Mersînê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

HDP bal dikşîne ku karbidestên Tirk, piştî ragihandina rewşa awarte (OHAL), mafê girtîyan ya wergirtina zîyaretvanan û hevdîtina ligel parêzvanan sînor kiriye.

"Rewşa nemirovane û kiryarên tund ku tê de êşkence, tenê hiştin û lêgerîna bê agahdarkirinê giheştine asteke xeter," daxuyanîya HDP’ê îdia dike.

Hêjayî balkişandinê ye ku xencî Demîrtas û hevseroka din Fîgen Yuksekdag, 11 parlementerên din li zindanê ne û bi hebûna girêdana wan ya bi PKK’ê tên sûcdar kirin.

HDP gelek caran wan îdiayan red dike û dibêje dozen hember wê bi tevahî jiber sedemên sîyasî ne.

HDP ku Demîrtas ku rêbertîya wê dike, partîya duyê ya opozîsyona li Tirkîyê ye û di referandumê de dijberîya guhertina xalên qanûna bingehîn dike ku wê desthilata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan xurtir bike.

XS
SM
MD
LG