Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mediya Tirkî: Fermana Girtina 3224 Têkildarên Derbeya Leşkerî Hat Dan


Ajansa Reuters ji Enqere radigehîne ku NRTV û CNN Tirk roja Çarşemê dan zanîn ku Tirkiyê fermana girtina 3224 kesên daye, yên têkiliya wan bi hewildana derbeya leşkerî hebû.

Desthilatdarên Tirkiyê di operasiyonek herî mezin de, roja Çarşemê li dij aligirên kesatiyê oldar Fethullah Gulen encam daye, yên ku tê gotin wan kesan têkiliya wan hebû di hewildana derbeya leşkerî ya neserkeftî de, ya ku di 15 Tîrmeha sala borî li Tirkiyê hatbû encam dan.

Kenalê NTV dibêje di operasiyona îro ya destpêkê de, li dijî kesên tawanbar zêdetirî 1000 kes hatine girtin, wezîrê hindur yê Tirkiyê dibêje operasiyona îro paqijkirina wê tora tawanabran bû, yên di nav rêzên polîsê Tirkiyê de hene.

XS
SM
MD
LG