Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Şerên Dijwar de bi Dehan Kes li Dêrêzor Hatine Kuştin


Di şerê navbera DAIŞ'ê û artêşa Sûrîyê de heta niha bi dehan kes ji roja Şemîyê vir ve, li Dêrêzor'ê hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku çekdarên DAIŞê li herêmê dest bi operasyoneke berfireh kiriye ku û hêzên hikûmetê dorpêç bikin.

SOHR îro Duşemê da zanîn ku şerê didome yê herî giran yê salekê ye û 82 kes hatine kuştin.

SOHR ku navenda wê li London'ê ye, dîyar kir ku ji kuştîyan, 40 ji DAIŞ'ê, 14 sîvîl û 28 jî ji artêşa Sûrîyê û ji komên alîgirê wê ne.

Ajansa dewletê ya Sûrîyê, SANA ragihand ku artêşê li dora Dêrezorê bi dehan çekdarên DAIŞ'ê kuştine.

Piranîya Dêrezor'ê û herêmên dora wê ji 2015’an vir ve di bin kontrola DAIŞ'ê de bû, lê di encama şerên vê dawîyê de artêşa Sûrîyê firokgeh û hin taxên Dêrezor'ê standibû.

XS
SM
MD
LG