Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Derketinên ji Çar Herêmên Dorpeçkirî Jinûve Destpê Kir


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) û kanala dewleta Sûrîyê îro ragihandin ku derketinên ji çar herêmên dorpêçkirî, çend roj piştî êrîşeke xwekuj ya ser konvoyê, îro Çarşemê jinûve destpê kir.

45 otobusên ku 3000 kes têde bûn vê sibê ji el-Foua û Keferya, ku ji alîyê serhildayan ve dorpêçkirî ne, derketin û ber bi Heleba di dest hikûmetê de ye bi rê ketin. Di heman demê de, ji el-Zabadanî, ku ji alîyê artêşa Sûrîyê ve dorpêçkirî ye, 11 otobus derketin.

Roja Şemîyê, di êrîşeke xwekuj ya ser konvoya kesên ku el-Foua û Kefraya derketin de, 60 ji wan zaro 126 kes hatibûn kuştin.

Li gor lihevkirina hikûmet û serhildayan, sîvîl û leşkerên hikûmetê ewê biçin Helebê; serhilda û malbatên wan yên li el-Zabadani û Madaya ya nêzî Şamê jî ewê herin herêmên di dest serhildayan de.

Îro Çarşemê, bi sê otobusan jî birîndar û merivên kuştîyên êrîşa roja Şemîyê hatin veguhastin.

XS
SM
MD
LG