Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bang li Çînê Dike ku Helwesta Ser Derya Başûrê Çînê Biguherîne


Firoka J-15 ya Çînî li Derya Başûrê Çînê
Firoka J-15 ya Çînî li Derya Başûrê Çînê

Wezareta Derve ya Amerîka bang li Çînê dike ku helwesta xwe ya beramber Derya Başûrê Çînê biguherîne ku xwedîyê girîngîyeke stratejîk û çavkanîyên dewlemend e.

Bilî Çînê, çend welatên din yên herêmî jî mafê xwe li ser wê behre dibinin û alozî li ser wê herêmê berdewam e.

"Em bang li û li welatên din dikin ku xwe jî avêtina gavên nû yên wek avakirina kargehên nû, bingehên leşkerî dûr xînin û deverên bin kontrola xwe berfireh nekin. Em bang li hemî alîyan dikin ku kêşeyên heyî bi aşîtîyane çareser bikin,” Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Anna Richey-Allen got.

Daxuyanî di vê demê de tê ku Çîn giheştiye dawîya avakirina xalên leşkeri li giraveke çêkirî ya nav Derya Başûrê Çînê.

XS
SM
MD
LG