Lînkên eksesibilîtî

Koreya Bakur Muşekeke Din Firand Derya Japonî


Li Koreya Bakur di kanalekê de nûçeya derbara firandina muşekê

Reuters’ê îro Çarşemê ragihand ku Koreya Bakur, ji bingeha Sinpo ya wî welatî muşekeke balîstîk firandîye Derya Japonî.

Wezareta Berevanî ya Koreya Bakur da zanîn ku muşek bi qasî 60 km firiyaye.

Koreya Bakur her çiqas jibo firandina muşekan dibêje ceribandinên aştîyane ne jî, welatên rojava wan wek pêşvebirina çekên nukleer dibînin.

Muşeka nû berî hevdîtina Serokê Amerîka Donald Trump û hevtayê wî yê Çînî Xi Jipping hat firandin. Her du serok ewê ser astengkirina bernameya nukleer ya Koreya Bakur biaxifin.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî (NY), bi toleyan testên muşekan li Koreya Bakur qedexe kir jî ew ceribandinên xwe didomîne.

Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson, derbarê muşekan got ku Amerîka ser Koreya Bakur têr axifîye, ewê ti şiroveyên din nekin.

Koreya Başûr dîyar kir ku ya ku Bakur dike ji NY qaqebxwestin e û ji aştîya navneteweyî re gefek e. Japonya jî kiryara Koreya Bakur wek ‘’provakîfî’’ bi nav kir.

Hêjayî bîrxistinê ye, Amerîka hefteya borî jibo 11 karsaz û 1 kompanî, toleyên aborî ragihandibû.

XS
SM
MD
LG