Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ajansa Nûçeyan ya Dogan: Firokên Tirk Êrîş Birin Ser Çîyayê Qendîlê


Şervanên PKK'ê
Şervanên PKK'ê
Ajanseke nûçeyan dibêje, firokên şer yên Tirkîyê hinek armancên gumankirî yên serhildayên Kurd li ser sînorê ligel Îraqê bombebaran kirine.

Ajansa Nûçeyan ya Dogan (DHA) îro Pêncşemê radigihîne ku 8 firokên F-16, êrîş birine ser 12 armancên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Çîyayê Qendîlê ku nêzîkî sînorên Îraq û Îranê ye.

Ajansê negot ka ti qurbanî di operasyona derengî Çarşemê de derketine holê yan ne. Hate ragihandin ku operasyona firokên Tirk du demjimêran dirêj kiribû.

Ajansa Nûçeyan ya Firat (ANF) jî ku nêzîkî PKK’ê ye, ev nûçe piştrast kir, lê hîn piştrastkirineke fermî ji alîyê hikûmetê ve nehatîye kirin.
XS
SM
MD
LG