Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Cîhanî ya Dilxwazan li Duhok bi Çalakiyan Hat Bîranîn


Çalakiya Kesên Dilxwaz di Roja Cîhanî ya Karên Dilxwaz de
Çalakiya Kesên Dilxwaz di Roja Cîhanî ya Karên Dilxwaz de

Roja cîhanî ya xûbexşan (Dilxwazan) hersal di 5.12 de tê pîrozkirin û libîranîn, ev roj li bajarê Duhok ê bi çend çalakiyan hat libîranîn.

Çalakî bi alîkariya rêxistina UNICEF ya girêdayî Netewên Yekgritî, ofîsa herêma Kurdisatanê û bi hevkariya hikûmneta Almanî çalakiyek bo alîkarî kirina penaberan encamda.

Çalakiya Kesên Dilxwaz di Roja Cîhanî ya Karên Dilxwaz de
Çalakiya Kesên Dilxwaz di Roja Cîhanî ya Karên Dilxwaz de

Di vê çalakiyê de zêdetirî 250 kes ji Jin û mêran û hemû pêkhateyan beşdar bûn, armanca çalakiyê gihandina alîkarî û pêdviyên sereke yên jiyanê ye, jibo koçberên li herêma Kurdistanê bi giştî û li parêzgeha Duhok bi taybetî.

Hikûmeta Alman, bi hevkariya UNICEF di çend qûnaxan de alîkarî gihandine hind kampên penaberan, qûnaxa siyan ya çalakiya xûbexşan îro pêkhat.

Nêçîrvan Sadiq Rêveberê rêxistina lawan li bajarê Duhok bo Dengê Amerîka tekez liser wê yekê kir ku, ji hemû regez û ol û netewan beşdarî di vê çalakiya xûbexşan de kirîye.

Temametiya raportê di faila deng de heye guhdarî bike.

Raporta Selam Balayî li ser Roja Cîhanî ya Dilxwazan (Xûbexşan)
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:16 0:00

XS
SM
MD
LG