Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Êrişî Çend Herêmên Diyala Dike


Hevdem ligel gehiştina wezîrê navxwe yê Îraqî bo bajarê Baqûbe navenda parêzgeha Diyala, îro Duşemê çekdarên DAIŞ'ê çend êrîş li herêmên cûda yên wê parêzgehê encam dan.

Êrîşa herî mezin liser bingeha leşkerî ya Kerekoş bû, li nahîya Mendelî.

Hişyar Îsmail, endamê encûmena parêzgeha Diyale gote Dengê Amerîka "pêşîyê 6 çekdarên xwekuj yên DAIŞ'ê êrîşî serbazgeha Kerekoş kirin û xwe teqandin, paşî dehan çekdaran xwe avêt di bingeha leşkerî de".

Bingeha leşkerî ya Kerekoş hêzên "Heşda Şaabî" lê dimînin, ji encama êrîşa DAIŞê fermandarê bingehê û hejmareka leşkeran hatin kuştin.

Raporta Dilşad Anwer ji Kerkukê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00

XS
SM
MD
LG